Cuma , 2 Ekim 2026
Home / Güncel / TDK-Tevger’in (Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê) KKP Newroz Etkinliğine Mesajı

TDK-Tevger’in (Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê) KKP Newroz Etkinliğine Mesajı

Mesaja Newroza ji KKP re

Ji Heval Hogir û birêvebirên Partîya Komunîst a Kurdistanê

Û

Komîta amedakar ya şeva Newrozê re.

Em wek TDK-Tevger (Tevgera demokratîk ya Kurdistanê) Newroza we, ya beşdaran û ya gelê Kurdistanê pîrozdikin.

Newroza 2018’an, dîsa, li Kurdistanê di nav zilm, zordarî, xwîn û tevkuştinê de derbasdibe. dijminên hov; di xwinrijandin û zordarîyên xwe de bê sînorin. Mixabin, dost û hevalbendên nav neteweyî yên dinyayê jî bêdengin. Vê bêdengîya dinyayê wek mafdayîna dewletên dagirker tê pejirandin û di her çar alîyên Kurdistanê da, Kurd di nav agir û xwînêde dijîn.

Her çar perçeyên Kurdistanê, bi hovîtîya dewletên dagirker ve diqele. Li Îran roj tuneye ku xortên kurd darda nebin. Li Iraq têk birina wek kurd bijîn çi derfet di destê wande hebe bikar tînin. Li Tirkîye kurdbûyîn bixwe wek sucek tê dîtin. Li Surî tenê mirin wek maf tê dîtin. Şert û mercên Kurdan di vê rewşê de ye.

Helbet ev ne çarenivîsa kurdan e, ji hêlek şert û mercên dinyayê, ji hêla din dewlemendîya ax û warê Kurdistanê, û qelsbûyîna têkîlîyên navbera Partî, Rêxistin, Avahî û kurdên cûr be cûr, him bêdengîya dinyayê, him jî destê dijminên hov xwurttir dike.

Ser û bin kirina wê qedera reş elbet di bingeh de di destên kurdan de ye. Kurdên kû welatek serbixwe dixwazin zutirîn hevkarîyên xwe ava bikin, xwurt buyîna hêzên wan, wê hêzên dinyayê jî jîndar bike. Îro roj xwurtkirina hêzên kurdistanê ye. Elbet daxwaz û lênêrînên wek îdeolojî û polîtîk wê hebin, ev pirsgirêk di nav rêxistinên kurdistanê de, ne problema sereke ye. Tenê xwestina welatek serbixwe daxwaza sereke ye.

Em dubare bi silavên hevrêtî û biratîyê ve Newroza we û ya gelê Kurdistanê pîroz dikin û her serkeftin, serkeftin, serkeftin!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî Kurd û Kurdistanek serbixwe!

18.03.2018

TDK-Tevger (Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê)

Diğer Başlıklar

BARIŞ-ENTEGRASİYON VE YAŞANANLAR! Hamit Baldemir

Barış, savaşın sona ermesi bakımından halkların en temel taleplerinden biridir. Yıllarca süren savaşların, ölümlerin, göçlerin …

5 NO’LU ZİNDANIN’DA 1983 EYLÜL DİRENİŞİ! Hamit Baldemir

12 Eylül 1980 askeri darbesinden sonra Diyarbakır 5 No’lu Cezaevi, yalnızca insanların kapatıldığı bir hapishane …

DÜNYA BARIŞ GÜNÜN”DE SAVAŞIN GÖLGESİNDE BARIŞI DÜŞÜNMEK! Hamit Baldemir

1 Eylül Dünya Barış Günü’nü bir kez daha kutluyoruz. Ne var ki insanlık, Dünya Barış …

15 AĞUSTOS 1984 BİR ULUSAL DİRİLİŞTİR! Hamit Baldemir

15 AĞUSTOS 1984 BİR ULUSAL DİRİLİŞTİR 15 Ağustos, Kürdistan’ın yakın tarihinde sıradan bir tarih değildir. …