Tuesday , 22 October 2024
Home / Aktûel / ‘Dixwazin dest deynin ser Îdlibê’ / • BÊRÎTAN SARYA • ŞEHBA

‘Dixwazin dest deynin ser Îdlibê’ / • BÊRÎTAN SARYA • ŞEHBA

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşger Hecî Ehmed got, dewleta Tirk ji bo dest deyne ser Îdlibê gelekî hewl dide.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Siwar) Hecî Ehmed, ji ANF’ê re qala têkoşîna Artêşa Şoreşgeran a li dijî dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û DAIŞ’ê kir. Li ser dagirkeriya Tirk û rewşa Îdlibê em bi Hecî Ehmed re axivîn.
Fermandar Ehmed bibîr xist, ku beriya niha bi salekê, di encama lihevkirina Tirkan bi Rûsan û Îraniyan re çav li dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Şehbayê hatiye girtin û got, “Di berdêla vê de xwestin berxwedana li Helebê bê şikandin û Heleb radestî rejîmê were kirin. Tirkan ev berdêl dan û Şehba teslîm girtin.
Armanc ji vê yekê, pêşîgirtina li xwegihandina hev a Efrîn û Kobanê bû. Ji xwe ev yek bi awayekî vekirî jî eşkere kirin. Gotin, ‘Me xencerek li wan dan’, ‘Me pêşî li hêviyên wan ên mezin girtin’. Weke encam, îro beşeke mezin a Şehbayê dagirkirî ye.”
‘NIHA JÎ BI RÛSAN RE LI SER ÎDLIBÊ BAZARÊ DIKIN’
Fermandar Hecî Ehmed bi bîr xist, ku ev yek bi navê ‘Mertala Firatê’ hatiye kirin, lê niha bi navê ‘Şûrê Firatê’ amadekariyan dikin û got, Berdêleke vê jî heye. Niha bi Rûsan re bazarê dikin. Armanc jî Îdlib e.”
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran, ji bo pirsa “Çima Îdlib” ev bersiv da:
“Ji ber ku Îdlib xwedî rewşeke stratejîk e. Yekane navend e ku di destê komên li dijî rejîmê şer dikin de maye. Bajarê mezin ê herî dawî ye ku di destê van koman de ye. Hemû komên radîkal lê hene. Bandora Tirkan li ser gelek herêman heye. Ji ber ku destekê dide van hemûyan. Senaryoya ku li Şehbayê kirin, dixwazin li Îdlibê jî bi cih bînin.”
ÇI LI ŞEHBAYÊ KIRIN, DIXWAZIN HEMAN TIŞTÎ LI ÎDLIBÊ JÎ BIKIN
Li ser amadekariyên vê senaryoyê Hecî Ehmed got, “Di berdêla ku Rûs zext û êrîşên li dijî Efrîn û Şehbayê ji nedîtî ve werin, hesab dikin ku li Îdlibê Heyet Tahrîr El Şam bifetisînin. Hesab ev e. Rûsan ev pêşniyar kirin, Îranê jî qebûl kir. Baş zanin, ku eger Îdlib bi vî rengî bimîne wê di dema pêş de ji Efrînê bi rêya QSD û Hêzên Şoreşger destwerdan lê bê kirin. Mîna li Şehbayê dixwazin li Îdlibê jî pêşî li destwerdaneke bi vî rengî bigirin.”
Ji bo pirsa “Nekarîn Tahrîr El Şam bifetisînin. Sedema ê çi ye?” Fermandar Hecî Ehmed ev bersiv da:
‘EL NÛSRA TIŞTA KU TIRKAN ANÎ SERÊ DAIŞ’Ê DÎT Û DERS JÊ DERXIST’
“Cephet El Nûsra ji tiştên Tirkan anîn serê DAIŞ’ê ders derxist. Cephet El Nûsra ev dît û gelek caran nav guherand, di lîderiya xwe de guhertin kir. Rûs û Sûriye bi hêza xwe nikarin têkevin Îdlibê. Mîna Hespê Trûvayê Tirkan xwestin ji hundir ve feth bikin. Bi rêya ajanên xwe û komên bi xwe ve girêdayî, hewl da ji hundir ve lê bide.

Cephet El Nûsra zû pê hesiya û bi ser wan ve çû. Hemû komên biçûk tasfiye kir. Yên mayî û Nûrettîn Zenkî ber bi aliyê xwe ve kişand. Karîbû Nûrettîn Zenkî ber bi xwe ve bikişîne, ji ber ku bingeha wê şematok e. Zenkî rêxistina Îhvan-i Muslîm e. Bingeha Ehrar-û Şam nîv bi nîvê komek ser bi El Qaîde ye. Lê belê nikare bikeve nava Heyet Tahrîr El Şam, ji ber ku teslîmî Tirkan bûye. Hê jî mîna komeke El Qaîde ya teslîm bûye. Çi kir? Zenkî ber bi aliyê xwe ve kişand, tevî wê û çend komên din weke Heyet Tahrîr El Şam koalîsyon kir. Ehrar-û Şam bê alî kir, li derve hişt û bi ser wê ve çû. Ehrar-û Şam qedand. Di vir de Heyet Tahrîr El Şam lîstikek xweş lîst. El Nûsra niha Heyet Tahrîr El Şam e. Tirk dixwaze li ser Zenkî bilîze, rejîm jî dixwaze Zenkî ber bi aliyê xwe ve bikişîne.”
‘TIRK Û REJÎM DIXWAZIN JI HUNDIR VE LI HEYET TAHRÎR EL ŞAM BIXIN’
Têkildarî sedema vê jî Hecî Ehmed got, “Zehmet e ku ji derve ve li Heyet Tahrîr El Şam bixin. Lewma hewl didin ji hundir ve lê bidin. Zehmet e ku ji aliyê leşkerî ve bajarek bê bidestxistin. Eger Tirkan bi DAIŞ’ê re hevkarî nekiribûna, eger di nava DAIŞ’ê de ajanên wan tinebûna, bi ti awayî nikarîbûn ev der bi dest bixista. Yanî hemû hêza xwe bikişanda Şehbayê jî, wê ev der bibûya çiravek ji bo wan. Rewşa Îdlibê jî bi heman rengî ye.
Li Îdlibê niha di destê wan de tenê Zenkî maye. Li ser Zenkî dek û dolaban digerînin. Lê niha Heyet Tahrîr El Şam xurt e. El Qaîdeya Sûriyeyê, El Nûsra ye. Niha bi vê rewşa xurt a Cephet El Nûsra re tifaqên li hemberî wê tên astengkirin.”
REWŞA ÎDLIBÊ JI BO EFRÎN/ŞEHBAYÊ GELEKÎ GIRÎNG E; EM BI BALDARÎ DIŞOPÎNIN
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed destnîşan kir, ku rewşa Îdlibê ji bo Efrîn/Şehbayê gelekî girîng e û got, “Îdlib cîranê me ye. Her rewşa erênî ya jî neyînî a li Îdlibê wê yekser bandorê li me bike. Guhertineke erênî ya jî neyînî ya li Îdlibê wê bandorê li me bike. Nûsra jî xurt bibe wê di dema pêş de rê li ber şerê li dijî me vebe, dewleta Tirk jî be, wê rê li ber şerê wan ê li dijî me vebe. Ji ber vê yekê, mijara Îdlibê ji bo me girîng e. Rewşa li wir me dixe nava fikaran. Em bi baldarî hemû detayên wê derê dişopînin.”
Kaynak: Ajansa Nûçeyan a Firatê

Diğer Başlıklar

NEVİYÊN QAZİ MUHAMMED DEV Jİ AZADİYÊ BERNADİN! XETA SOR

Neviyên Qazî Muhammed dev ji azadiyê bernadin Jine Emînî jineke ciwan a Kurd bû…Ji ber …

ŞER Û HILBIJARTIN! KEMAL BILGET

ŞER Û HILBIJARTIN Carinan ez ji xwe dipirsim; Ez meraq dikim gelo em wek kurd, …

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan, Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan û Serfiraziya Yekbûyî ye!

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan,Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan …

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE!

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE! DERSÎM 37-38 XO VIRA NEKEME! Tevî ku 84 sal di …