Tuesday , 23 April 2024
Home / Aktûel / Rojhilat vegeriya qada serhildanê, Îranê serî li Rewşa Awarte da

Rojhilat vegeriya qada serhildanê, Îranê serî li Rewşa Awarte da

Çalakiyên gel ên piştî qetilkirina 2 kolberên li Banê yê Rohilat û şûnde destpêkirî vegeriya serhildanê. Rejîma Îranê bi awayekî fîlî Rewşa Awarte îlan kir.
Piştî ji aliyê rejîma Îranê ve 2 kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) ên li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistan hatin qetilkirin û şûnde, li Banê û gelek bajarên Rohilat çalakiyên ku destpê kiribûn dewam dikin.

Rejîma Îranê li ser çalakiyên gel û banga serhildanê li Rojhilatê Kurdistanê Rewşa Awarte ya ku hê bi nav nekirî îlan kiriye.

BANÊ

Li Banê çalakiyên ku ji duh ve destpêkiribû îro di saetên sibehê de bi awayekî girseyî dewam kir. çalakiyên li pêşiya avahiya Qeymeqatiya Banê û Biryargeha Leşkerî ya Banê hate lidarxistin, polîsan êrîş bire ser, gel jî bi dar û keviran xwe diparêzin.

Çalakiyên gel tevahiya rojê dom kir, hêzên rejîmê gelek hêzên teqwiye û endamên Îtlaat (Sîxûriya rejîmê) sewqî bajêr kirin. Her wiha di dema çalakiyê de li ser esmanên bajêr re jî helîkopter difiriyan.

Di çalakiyên tevahiya rojê berdewam kir de, 5 kes birîndar bûn, 10 kes jî hatin binçavkirin. Di saetên şevê de li bajêr bêdengî heye.

MERÎWAN

Piştî ku li Banê 2 kolber hatin kuştin û şûnde, Merîwanê jî biryara çalakiyê da. Li bajarê tevahiya rojê dikan hatin girtin de, gelek leşker û endamên Îtlaatê hatin sewqkirin. Nûçegihanê me yê Merîwan diyar kir ku li bajêr her 10 metreyan leşker hatine bicihkirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku li hinek nuqteyan leşker û Îtlaat êrîşî dikandaran dikin, hinek dikan û cihên kar hatine texrîbkirin. Aktivîstên siyasî yên Merîwanê banga çalakiyên bê dem kirin.

SÎNE

Nûçegihanê me yê li Sîne yê jî diyar kir ku li wîlayetê tevgera zêde ya leşkeran heye. Nûçegihanê me ragihand di tevahiya rojê de 15 helîkopter ji Sîne rabûne, ber bi Banê û Merîwanê ve çûne û gelek hêzên taybet ji bo wan bajêran hatine sewqkirin.

PÎRANŞAR-SAQIZ-SERDEŞ

Li bajarê Saqiz, Serdeşt û Pîranşar ên eyaleta Ûrmiyê jî, li ser banga çalakiyan a li gel, di seatên zû yên sibehê de, ji bo her sê bajaran leşker û polîs hatin sewqkirin.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR), têkildarî xwepêşandana welatiyên Kurd li bajarên Bane, Serdeşt û Merîwan, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “daxwazên gelên Banê, Serdeşt û Merîwanê meşrû dibînin û piştgirî dikin. Banga piştgiriyê ji bo gelê Kurd ê li Rojhilat, bi taybet gelê Banê, Serdeşt, Merîwan ên li ser xeta sînor a herêmê dijîn dikin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê

Diğer Başlıklar

NEVİYÊN QAZİ MUHAMMED DEV Jİ AZADİYÊ BERNADİN! XETA SOR

Neviyên Qazî Muhammed dev ji azadiyê bernadin Jine Emînî jineke ciwan a Kurd bû…Ji ber …

ŞER Û HILBIJARTIN! KEMAL BILGET

ŞER Û HILBIJARTIN Carinan ez ji xwe dipirsim; Ez meraq dikim gelo em wek kurd, …

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan, Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan û Serfiraziya Yekbûyî ye!

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan,Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan …

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE!

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE! DERSÎM 37-38 XO VIRA NEKEME! Tevî ku 84 sal di …