Tuesday , 19 March 2024
Home / Kurdistan / CEJNA ME YA NETEWÎ NEWROZ PÎROZ BE

CEJNA ME YA NETEWÎ NEWROZ PÎROZ BE

CEJNA ME YA NETEWÎ NEWROZ PÎROZ BE
Komîta Navendî ya Partiya Komûnîsta Kurdistan;
Cejna Nawrozê ya gelê me bi hestên germ pîroz dike û bilindkirina tekoşîna azadî ya bi gelê me ya bi wesîleya cejna Newrozê carekdin bi rêz silav dike.
Komîta Nvendî ya Pariya Komûnîsta Kurdistan erk û berpirsiyariyên me yên ku di Newroza 2012 de û şert û mercên welat û gelê me dixweze bi hemû kedkarên Kurdistanê ve parve bike.
Li gel sînorên ku ji derveyî îradeya gelê me hatine destnîşankirin welatê me yekpare ye û Kurdistan e.
Ji roja avabûna heta niha, eger em rewşên Dewleta federala Kurdistan ji derve de bigrin û bêjin, jiber ku hatiye qedexe kirin, wek zimanê fermî nahêtiye bikaranîn û şansê perwerde û çapameniyê nehatiye dayin di navbera zaravên me de hin cûdahî hîna jî berdewam bikin jî, zimanê me yê netewî yekpare ye û Kurdî ye.
Ala me ya ki ji rengên kesk û sor û zer pêkhatiye, ala me ya netewî ya me hemûyan e.
Newroza Cejna me ya Netewî ye.
”Ey Raqîb” marşa me ya netewî ye.
Bidestxistina mafê me yên netewî yên bê kêmayî, destnîşankirina çarenûsa xwe ya rewşên azad de û endambûna miletê me ya wekhev ya malbata netewên cîhanê armanca me ya hevpar ya miletê Kurd e.
Azadî û demokrasiya bê kêmasî ya ku miletê me dixweze, em jibo hemû Rojhilata Navîn û miroveytiya cîhanê dixwezin, hemin di destpêkê de jibo milet û kêmnetewên li Kurdistanê ev daxweza me heye.
Ev hemî jî paydeyên me yên hevpar yên çîn, beş û kesên miletê ne. Li gel vê paydeyên hevpar divê em aqilekî hevpar û siyastên hevpar pêk bînin û tekoşîneke hevpar bidin.
Li gel van paydeyan û pêwîstiyan;
Dewleta Federala Kurdistan ya ji Komara Mahabadê û vir de yekemîn car e gelê me bi wê şansekî mezin bidest xistiye, divê bihête jiyandin û ji xtriyan bihête parastin.
Jiber pêşkeftinên li Sûriyê, divê mafê diyarkirina pêşeroja gelê me ya bi destê gelê me bihête pêkanîn.
Mafên me yên li bakûr û parçê mezinyê Kurdistanê ku bişerekî bi sîh salan berdewam e, hatiye bidest xistin, divê bihête parastin û bo asteke bilindtir bihête derxistin.
Li Îranê, ku di bin dorpêçkirin û astengkirineke mezin de ye, gelê me yê rojhilatê divê ji nav vê rewşa kaos û tevlîhevî bihête derxistin û rewş li gor berjewendiya gelê me bihête nirxandin.
Şerê birakûjiyê ku di paşerojê de wek mînakên nebaş hatine jiyandin, divê êdî neqewimin.
Li gor berjewendiyên me yên giştî û hevpariyên me yên herî kêm divê dîplomasiya Kurd bihête destnîşankirin û çespandin û jiber vê jî aqlekî hevpar ya Kurd û siyaset û tekoşînên hevpar me pêwîst e.
Bersiavndina van pêwîstiyên me yên bingehîn ya jiyanîn bê derfet nîn in. Serkeftina vê yekê di destê me de ye. Em, her Kurdek, hemû partiyênsiyasî, saziyên Kurd, nivîskar û rewşenbîrên ku bîr û fikir berhem dikin dikarin hêzên xwe bikin yek. Em dikarin bên cem hev. Em dikarin bên cem hev, qise bikin, gengeşî bikin, bîr û boçûnên xwe li hev diyar bikin, bidin û bistînin û em bi vî aweyî dikarin di navbera xwe de saziyeke bilind ya hevpar bihafirînin.
Navê vê saziya bilind, meclîs, kongre ûwd. çi dibe bila bibe. Ya girîng ew e ku em xwe bigîhinin wî aqlê hevpar ku ew bikaribe bi navê gelê Kurd û hemû parçeyên welatê me biaxife û biryaran bistîne.
Bi taybet divê em diyar bikin ku; di avakirina aqlê hevpar ya Kurd de ji dereca yekem Dewleta Federala Kurdistan û rayedarên PKKê xwedî erk û berpirsiyariyên mezin in. Ew dikarin bi mîlyona însanê me têxin nav tevgerê. Divê ew nekevin nav pêşbirka bihêztiyê ku ev yek qet faydeyek nade gelê me, bilekîs ev hêza vî miletî bikin yek û xwe ji vê erk û berpirsiyariyê dûr nexînin.
Divê partiyên din yên Kurd, hemû rêxistin, sazî û kesan jî hemû hêz û jêhatinên xwe di dewr û bera avakirina aqlê hevpar ya Kurdistanê de xerc bikin û xwe ji vê erkê dûr nexînin.
Aqlê hevpar ya Kurdistanê dê bibe navendeke ku siyasetên me yên hevpar destnîşan bike, jiber vê jî, kirina polîtîkayeke hevpar, tekoşîneke hevpar û perspektîfa dîplomasiya hevpar bi vê saziya bilind ve wê bihête pêkanîn. Û ya herî girîng, ew dê enerjiya hevpar ya Kurdistanê derxîne meydanê, têxe tevgerê û xitmeta gelê me.
Me pêwîstî bi aqil û helwesteke hevpar heye. Jiber ku gelê Kurd wê pêşeroja xwe bi xwe tayîn bike. Çi kesek dê vî mafê han ji me re bexş neke. Kurdistana azad û demokratîk jî, cîhê me yê di dîroka civakan de jî dê ji aliyê me bihête destnîşankirin.
Kurdistana azad û demokratîk ji her gavî zêdetir nêzîkî me ye. Bi tenê eger em bi zanîna erk û berpirsiyariyên xwe tev bigerin, pêwîstiyên berpirsiyara xwe bi cîh bihînin.
Bijî Kurdisana azad û demokratîk…
Newroz pîroz be!
Adar 2012

Komîta Navendî ya Partiya Komûnîsta Kurdistan

Diğer Başlıklar

Li ser erdheja li Başûrê Kurdistanê Partiya Kommunist a Kurdistan bi ser nave komita ya navendî Sekreterê giştî Kasim Hesinkar peyamê ku da.

Li ser erdheja li Başûrê Kurdistanê Partiya Kommunist a Kurdistan bi ser nave komita ya …

OXIR BE SEROK MAM CELAL!

OXIR BE SEROK MAM CELAL! Em ji ber wandiya rêberên serokê tekoşîna rizgarîya neteweyî ya …

Rojhilat vegeriya qada serhildanê, Îranê serî li Rewşa Awarte da

Çalakiyên gel ên piştî qetilkirina 2 kolberên li Banê yê Rohilat û şûnde destpêkirî vegeriya …

‘Dixwazin dest deynin ser Îdlibê’ / • BÊRÎTAN SARYA • ŞEHBA

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşger Hecî Ehmed got, dewleta Tirk ji bo dest deyne ser …