Tuesday , 19 March 2024
Home / Aktûel / Daxuyani û Bang Ji Bo Efrinê – Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxuyani û Bang Ji Bo Efrinê – Konseya Rêvebir ya KNKê

3ê Sibatê dengê xwe tevî dengê Efrînê bikin!

Êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk protesto bikin!

Efrîn dê azadîyê biafirîne!

Dewleta Tirk ji 20ê vê mehê were bombeyan dibarîne ser Efrînê. Ji cihên gund û gundewar heta bajêr û bajêrwaran bêyî tixûb dide ber bombeyan. Bêyî ferq û cudahî timamî jîngeh li ber êrişa vê dewleta har û hêc e. Berê jî dihate zanîn ku dewleta Tirk beramberî miletê Kurd bêwijdan û bêinsaf e, lê belê di vê êrişa li ser Efrînê da ev rûyê wan yê hov, ev zihnîyeta wan ya bi kîn û nefret hêj zelaltir xuya bû. Divêt êdî her Kurd baş bizane ku dewleta Tirk sûnd xwarîye ku Kurd nebine xwudan statu, nebine xwudan maf hetta nebine xwudan jîyan.

Koalisyonerê hukûmeta Erdogan û berdevkê cepheyê nijadperest û tifaqa Ergenekon, MHP û AKPê Dewlet Bahçelî bi devê xwe yê tijî jahr fermanan dibarîne û dibêje “bombe bikin, bila kevir li ser keviran û ser li ser milan neminin”!. Eve fermana qirkirinê ye, eve banga cîhad û fetha dewleta Tirk e beramberî Kurd û Kurdistanê. Ji pratîka van çend rojên şerî xuya ye ku armanca vê sefera xwûnavî ya dewleta Tirk ya li ser Efrînê birandina Kurdan e. Şeran jî huqûqekî xwe heye. Qet nebe xelkê sivîl, xweza, xestexane, mabedên dînî nayêne bombe kirin. Lê dewleta Tirk van norman li ber çavan nagire, ji xwe guhê xwe nadê û bilaistisna her derê bombe dike, bi silehên otomatîk, bi tank û topan komkujîyê li ser xelkê sivîl dike. Blançoya şerê van çend roja aşkera kir ku niyeta dewleta Tirk kuşt û kuştdarî ye, qetlîam e.

Digel vê êrişa hinde giran jî dewleta Tirk rastî berxwedaneke xurt hatîye. Xelkê Efrînê pêkve di pêşengîya YPG-YPJê da û bi desteka hevalbendên xwe beramberî vê pêla giran ya êrişên dewleta Tirk berxwedaneke mezin û bilind nîşan didin. Dewleta Tirk bi vê makîneya xwe ya mezin ya şerî, dîsa ve nikare li goreyî daxwaza xwe pêş bikeve. Anku berxwedaneke xurt, parastineke mezin ya welatî tête dîtin li terefê xelkê Efrînê. Xelkê Efrînê vê îradeya bilind ji welatperwerîya xwe ya bihabilind û piştevanîya hemû Kurd û Kurdistanîyan werdigire. Dilê hemû Kurdan niha digel xelkê Efrînê ye.

Rastîyek heye ku divêt Kurd paşçav nekin. Niyeta dewleta Tirk ji hemû demên dîrokê xirabtir e, dijminanetir e, xayînanetir e. Lewma divêt ev êrîşkarî sivik û sist neyê girtin. Bi hemû hêz û şiyana navxweyî ya li seranserê Kurdistanê û heta meydanên dîasporayê divêt gelek bi organîze berxwedan bête nîşandan. Kurd divêt hemû dost û hevalbendên xwe gazî piştevanîyê bikin. Di nav vî agirî da Kurd divêt çembera hedefê mezin nekin û hejmara dijminan zêde nekin. Vê gavê, îro, di nav vî agirê Efrînê da divêt hedef li ser dewleta Tirk bête biçûk kirin û hemû dîqqet li ser vê dewleta xwûnxwar bête kom kirin. Hemî Kurd divêt berê tîrên xwe bidene ser Tirkîyeyê.

Kurd û Kurdistanî divêt beramberî dewleta Tirk şerê man û nemanê bikin. Armanca dewleta Tirk bi Efrînê ve teng nîne û divêt rê li ber wan bête girtin.

Roleke mezin dikeve ser milên dost û hevalbendên Kurdan jî. Kurd divêt bi xurtî bangî wan bikin ku di vê roja tengavîyê da bi xurtî û aktîvî bêne hawara miletê Kurdistanê.

KNK bi giringî dixwaze gazîya xelkê Kurdistanê bi dinyayê ra, bi dost û hevalbendan ra rabigihîne ku heke dê bo Kurdistanê tiştekî xêrê bikin divêt îro bikin û bêne hawar û gazîya Efrînê û dewleta Tirk şermizar bikin.

KNK bangeke jîyanî dike ku dengê berxwedêra mezin ya Efrînê Avesta Xaburê bêyî deng nehêlin. Dengekê bidin. Dengekê bidin ku di serê dewleta Tirk da deng vede.

Efrîn berxwedaneke destanî dide. Efrîn afirînêr e. Efrîn bi vê berxwedêrîyê ve dê azadîyê biafirîne. Xelkê Kurdistanê bawerî bi vê reftara pîroz ya Efrînîyan heye. Lê erkên neteweyî û niştimanî erkên hevpar in. Lewma divêt çeperê parastinê di dora Efrînê da neyê hêlan. Her der divêt Efrîn be û ev êrişkarîya dewleta Tirk divêt bi kir û kiryarî bête rûreş kirin.

Efrîn bakura Kurdistanê ye, Efrîn rojhilata Kurdistanê ye, Efrîn başûra Kurdistanê ye, Efrîn rojavaya Kurdistanê ye, Efrîn dîasporaya Kurdistanî ye. Bi vê bîr û bawerîyê hemû Kurd, Kurdistanî di 3ê Sibatê da li her derê wê dengekê bidin, dengê dost û hevalbendan tevî dengê xwe bikin, ji bo Efrînê, ji bo parastina Efrînê û Efrînîyan, ji bo doza mezin ya Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk protesto bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
1 Sibat (February) 2018, Bruksel

Diğer Başlıklar

NEVİYÊN QAZİ MUHAMMED DEV Jİ AZADİYÊ BERNADİN! XETA SOR

Neviyên Qazî Muhammed dev ji azadiyê bernadin Jine Emînî jineke ciwan a Kurd bû…Ji ber …

ŞER Û HILBIJARTIN! KEMAL BILGET

ŞER Û HILBIJARTIN Carinan ez ji xwe dipirsim; Ez meraq dikim gelo em wek kurd, …

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan, Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan û Serfiraziya Yekbûyî ye!

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan,Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan …

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE!

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE! DERSÎM 37-38 XO VIRA NEKEME! Tevî ku 84 sal di …