Monday , 26 September 2022
Home / Aktûel / PAK, li Basel û Zurîhê konferans li dar xistin

PAK, li Basel û Zurîhê konferans li dar xistin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Basel û Zurîh ên bajarên Swîsreyê bi axaftvaniya Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gül û rêvebirê PAKê Nimet Mümtaz Aydinî, konferansên bi navê ‘Rojeva Kurdistanê û Perspektîfa PAK’ê’ li dar xistin.

Modoratoriya herdu konferansên bi navê ‘Rojeva Kurdistanê û Perspektîfa PAKê’ ku 20ê Çileyê li Baselê û 21 Çileyê jî li Zurîhê hatin lidarxistin ji TDK-Tevgerê Rifat Sefalı kir. Konferansên ku ji aliyê nûnerên PSK, HAKPAR, PDK-BAKUR û KKP ve jî hatin şopandin ji aliyê Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gül û Rêvebirê PAKê Nimet Mümtaz Aydın ve hatin dayîn.

Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gül, di axaftina xwe ya ku bi şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla Tirkiyeyê ve da destpêkirin de rewşa rojane ya Rojavayê Kurdistanê û helwestên DYA û Rûsyayê nirxandin. Gül, her wiha li ser pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê, geşedanên beriyadagirkirina Kerkûkê û piştî wê û her wiha rûdanên pêkan digel sedem û encamên wan sekinî.

Gul, bale kişand ser xetereyên li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybet yên li ser Başûrê Kurdistanê û got ji bo rizgarbûna ji van xetereyan divê kurd, di her astê de bi hev re tê bikoşe. Gul di dawiya axaftina xwe de bi berfirehî qala polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Bakurê Kurdistanê kir û di derbarê hilbijartinên herêmî, giştî û ya Serokomariyê de jî, ‘Bloka Hilbijartinê ya Kurdî’ ya ku Serokê PAKê Mustafa Özçelik xistibû rojevê û di rojeva Kurdistanê de bi berfirehî tê nîqaşkirin, rave kir.

Nimet Mumtaz Aydın jî axaftina xwe ya di herdu konferansan de di derbarê program û perspektîfa PAKê de agahî dan.

http://www.rupelanu.com/pak-li-basel-u-zurihe-konferans-li-dar-xistin-1855h.htm

Diğer Başlıklar

QETLÎAMA QAMISHLO Jİ BÎRNEKİN!

QETLÎAMA QAMISHLO Jİ BÎRNEKİN! Dîrok 12ê Adar 2004 bû, saet 13:00 nîvro bû; Li Stada …

Lı Boğaziçi Berxwedane, ji bo Ked, Demokrasî, Azadî û Wekheviyê aliyê xwe diyar dike!

Lı Boğaziçi Berxwedane, ji bo Ked, Demokrasî, Azadî û Wekheviyê aliyê xwe diyar dike! Karker, …

QANÛNA ŞER LI SER GİRTİYÊN SİYASÎ Û DEMİRTAŞ BİKARTÎNÎN!

QANÛNA ŞER LI SER GİRTİYÊN SİYASÎ Û DEMİRTAŞ BİKARTÎNÎN! Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş …

EM 19. KANÛNÊ JI BÎR NEKIN, NAYE BÎR KIRIN !

EM 19. KANÛNÊ JI BÎR NEKIN, NAYE BÎR KIRIN !19 Kanûn dîroka reş a komkujiya …