Friday , 19 April 2024
Home / Aktûel / Em rizgariya netewa xwe jî di vî aqilê hevpar de dibînin.

Em rizgariya netewa xwe jî di vî aqilê hevpar de dibînin.

Ez bi navê xwe û partiya me KPP ji endamên KNK û mevanên heja ra dibejim hûn hemû bi xer hatin.

Birêz rêhavelên KNK, mêvanên dilsoz; berî destpêkirinê: Ez dixwazim ji we re eşkere bikim, ku em ê ji we re tiştek nû nebêjin. Ji ber ku hûn hemî bûyeran, bûyer û rastiyan li jiyana gele me qewimîne rind pê dizanin, lê rojeva KNK li ser vana ne. Tiştên, ku gele me di nava vî dîroka dawî de jiyaye, kesî ji bir nêkirî ye û nayê jibîrkirin jî. Hela hela nezanîna van rojanan nikare bê gotin bimîne . Û dîsa hûn dijminên xwînxwar û xwînmij yên gelê me ji nêzik va nasdikin. Kî mafên gelê me yên xwezayî û dîrokî bin pê kirine û ên van mafan îro jî bin pê dikin, eyan û beyan ne. Kî dewlemendiya sererd û binerd ên gelê me talan dike, kî bi mîlyonan Kurdan mîna kole dixwaze di bin destê xwe de bihile, xuyaye, Kî dixwaze, bi kiryarên xwe yên qirêj mêtingehkarîya xwe li ser piya bihêle, hûn vana hemiya nasdikin. Tişteke nû ji bo me ev e: Di şerê lihevparkirina emperyalist da dewleta ûris gavekî ket pêş û vê gavê serkêşiya şerê emperyalîst dike. ûris rasterast dewleta Sûrî kiri bû bin destê xwe û temsîl dikir; lê vê gavê ne tenê dewleta Sûrî herwaha bi pêvajoya Astana , dewleta Tirk û Îranê jî û li ser Îranê qismeke dewleta Iraqê jî kiriye bin bandora xwe.

Ji lihevhatina Astanayê vir ve, zirara gihiştiye netew û siyaseta gelê Kurd baş tê zanîn. Careke din, em hemû dizanin ku serkêşiya ûris û hemahengiya li gel Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dîsa siyaseta dewletan li dij Kurd û Kurdeyatiyê û Kurdistanê li hember me yek kir. Herkes jî ji evana agahdar e.

Endamên hêja yên KNKê, mêvanên hêja!

Hûn dizanin, lê em bila careke din bibêjin: Li Rojhilata Navîn şerê emperyalîst yê lihevparvekirinê didome û di navbera desthilatdaran, di axa welatê me yê ji xwe dagirkirî bû û şervan me yê rizgarixwaz ewî bi têkoşîna xwe hinekî rizgar kiriye, careke din bi dagirkeriya xwînmijan rû bi rû ye. Neteweya me bi hemû nirxên xweyê mirovî û dîrokî bi xetera jiholê rabûnê re rû bi rû ye. Mêtingehkaran dîsa Kerkûk, Mahmur, Sincar û Efrin dagir kirin. Em dizanin ku berdela van dagirkeriyên nû ji bo gelê me gelek giran e. Ji ber polîtîkaya dagirkeriyê wateya xwe li gelek heremên Kurdistanê wenda kiri bû, dagirker van heremên Kurdistanê ji nû ve bi êrîşên xwe yên xwînxwar û xwînmij dagir dike. Û ji bo dagirkirina xwe bi ser bi xe, xwe ji hovitiya xwe para nahêle. Mîna xwînmijî û hovitiya di sala1937-38 an de li Dersimê qirkirina 72 hezar ji gelê me.

Bila herkes bala xwe rind bide ser; Dewleta îranî, tevlî dardekirina mirovên Kurd, berfireh, êrîşên xwe li dijî me berdewam dike. Ew rayagiştî ya Cihanê jî cidî nagre û bala xwe nade rayagiştî ya mirovhez.

Dewleta dagirker dixwaze destkeftiyên têkoşîna rizgariya netewa me, yê 50. salên dawî, wala derbixe.

Hemû şaredarên me li bakûrê welatê me di girtîgehan de ne. Di şûna wan de, dewleta dagirker qayûma avêtiye. Piraniya parlementerên me di girtîgehê de ne. Wan bi dehan bajaran me şewitandin û wîrane kirin. Bi hezaran kes hatine koç kirin. Rêya têkoşîna demokratîk hate girtin. Tenê di destê me de sebir û bêdengiya gelê me, yê ku dikare hertim biteqe, maye. Hemû erîşa dewleta AKPê nikaribû gelê me bitirsîne û ji HDPê dûr bixe.

Di hila din de rastiyek me ya başûrê Welatê me heye. Nêzîkî 30 salên hima hima wek serbixwe dijîn. Xwedî derfetî dewletekî ne, lê pir heyf û mixabin van derfetana ji bo netewa xwe rast bicihnehanîne.

Serkeftinên rojavayê piştî gelek têkoşînên bi rûmet û mezin di bin xeterê dane. Kamişlî û Kobanî jî wê di xeterekî mezin de ye, heger hebûna Dewletên Yekgirtî. li wir nebe. Bi kurtî: Destkevtên me vê gavê li ber wendakirinê ne. Erê, dijminên me gelek xirab in û bê wijdanên. Her wiha xwedî gelek derfetên mezin in. Û ew li hemberî doza me bihevre di nav piştgiriyek bi hempa ne. Her tişt li ber çavan e. Lê ev jî rastiya me ye: Gelê me bi fêdakariya xwe hertim li paş doza xwe disekine. Di hemû rewşên xerav da jî destek dide siyaseta. Ev jî ji bo şikandina nîrên li ser histuyê xwe têrê dike.

Divê em bipirsin ka çima li gel ewqas piştgiriya gelê me, em bi têra xwe nagihîjin encamên berbibiçav. Divê em vî di berçavan re derbas bikin. Ji bo nimûne, em dikarin bi Kerkûkê dest pê bikin û bipirsin : Me çima Kerkukê ji destên xwe berda? Divê em ji xwe bipirsin, gelo em çima siyasetek xurt ya li gorî kojekturên cîhanê nikarin bikin?

Û hê pir girîngtir, gelo em çima nikarin yekîtiya navxweyîya netewî sazbikin û bihevre ji bo Kurdistanek azad û demokratik aqilek hevpar peyda bikin. Em rizgariya netewa xwe jî di vî aqilê hevpar de dibînin. Hemû partiyên siyasî û tevgerên Kurd û her keseke Kurd yê ku çekên dijmin hilnegirtine û li hemberî gelê me şer nake, birayê me ne. Em di nav xwişk û birayan de polîtîkayek dijminatî qebûl nakin. Dîroka vî gelî bi nifşên me dest pênekir û bi me re jî naqede. Ew deynê histuyê me ye, ku ji bo nifşên pêşerojê herî çêtirîn şertên baş ji wan re peyada bikin.

Ez bi van daxwaz û hêviyan we hemûyan silav dikim.

Rêzdariya xwe pêşkeşî We dikim.

Endamên Partiya Komînîsta Kurdistan li KNK.

Diğer Başlıklar

NEVİYÊN QAZİ MUHAMMED DEV Jİ AZADİYÊ BERNADİN! XETA SOR

Neviyên Qazî Muhammed dev ji azadiyê bernadin Jine Emînî jineke ciwan a Kurd bû…Ji ber …

ŞER Û HILBIJARTIN! KEMAL BILGET

ŞER Û HILBIJARTIN Carinan ez ji xwe dipirsim; Ez meraq dikim gelo em wek kurd, …

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan, Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan û Serfiraziya Yekbûyî ye!

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan,Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan …

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE!

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE! DERSÎM 37-38 XO VIRA NEKEME! Tevî ku 84 sal di …