Thursday , 16 October 2025
Home / Aktûel / Gelê Kurdistanî yên hêja! XETA SOR

Gelê Kurdistanî yên hêja! XETA SOR

Gelê Kurdistanî yên hêja
Em di demeke wisa de ne ku tê de geşedanên girîng diqewimin û rêya paşeroja me tê diyarkirin. Geşedanên ku di 4ê Cotmeha 2024an de ji aliyê Dewleta Komara Tirkiyeyê ve ji teref Devlet Bahçeli hatine ragihandin û ku ji hêla her aliyekê ve bi awayekî cuda hatiye navkirin û wate jê re hatiye dayîn, wekî “pêvajo” tê binavkirin, yek bi yek diqewimin.
Li Girava Îmraliyê, li gorî lihevkirina di navbera Abdullah Öcalan û dewletê de, gavên pêwîst têne avêtin. Gava dawî, komeke gerîlayên bi serokatiya hevseroka KCKê Bese Xozat, li cihekî nêzî Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, di merasîmeke dîrokî de li şikevteke dîrokî çekên xwe danîne. Bi vî awayî, bi banga û rêberiya Öcalan, di 12emîn Kongreya PKKê de biryara fesihkirinê û bêçekbûnê hatibû girtin, gava yekemîn hate avêtin.
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, di 40 salên dawî de mohra xwe li dîrokê xistiye, ev gavên PKK û gerîlayên wê, ji her alî ve demeke dîrokî nîşan dide. Xuya ye ku hem dewleta TC, hem PKK, hem jî aktorên navneteweyî, di biryara bidawîkirina şerê çekdarî yê 40 salên dawî de bi biryar in. Lê belê, dema ev biryar hat girtin, çi bazariyên hevdu hatiye kirin, sozên hatine dayîn, gavên paşerojê û garantiyên hatine dayîn, derbarê van mijaran de tu daxuyanî ji raya giştî re nehatiye kirin. Heta niha tiştên qewimîne tenê ji aliyê PKKê ve yekalî ne. Dewleta TC ne tenê gav neavêtiye, berevajî vê, êrîş û zordariyên xwe zêde kiriye.
Ji xeynî gotina “biratî” ya ku ji devê Serokkomar Erdoğan derketiye û bi referansa hezar salên borî hatiye gotin, heta niha tu gaveke erênî an jî gotinek nehatiye bihîstin.
Em wekî Xeta Sor, di mijara ku PKK bi çi rêbaz û amûran li dijî dewleta TC têkoşîna xwe bidomîne, ne xwedî helwesteke destwerdanê ne û wê nebin jî. Me wekî hêzeke welatparêz, her gav piştgirî daye her çalakî û xebatên PKKê yên ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê, û em ê ji niha û şûnde jî piştgiriyê bidin. Yekane pîvana me berjewendiya Kurd û Kurdistanê ye û wê ev be jî. Ger lihevkirina bêçekbûnê û fesihkirinê ya di navbera PKK û dewleta TC de, encamên erênî ji bo Kurd û Kurdistanê derxe holê, bêguman em ê di vê pêvajoyê de piştgiriya xwe bidin û erkên xwe bi cih bînin.
Lê belê, ji daxuyaniyên heta niha hatine kirin û gavên hatine avêtin, em wisa fêm dikin ku ev pêvajo ti girêdana wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re nîne. Tiştê tê çareserkirin, bidawîkirina hebûna PKKê û tasfiyekirina hêzên wê yên çekdar e. Ji bo vê yekê, dibe ku di Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê de hin guhertin bêne kirin û ji bo bi deh hezaran welatparêzên ku bi têkiliya PKKê hatine girtin, û yên hê jî gerîla ne an jî di rewşa revê de ne, hin guhertinên erênî bêne çaverêkirin. Herwiha, dibe ku hin sepanên ku di pratîkê de jixwe hatine derbaskirin, wek zordariyên li ser zimanê zikmakî, sist bibin û hin rêziknameyên nû yên qanûnî bêne çaverêkirin.
Ji bilî van, divê guhertineke mezin neyê hêvîkirin. Ev, hem ji daxuyaniyên rayedarên dewletê, hem jî ji nebûna daxwazeke wisa ya Öcalan û PKKê tê fêmkirin. Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi hemû tevlihevî û mezinahiya xwe wê li pêşberî me berdewam bike. Ev pêvajoya ku PKK bi dewleta TC re ketiye, bêguman wê bandorê li têkoşîna ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê bike. Berî her tiştî, ji hêla têgihîştina îdeolojîk ve wê bibe sedema tevliheviyê û encamên neyînî; lê divê neyê jibîrkirin ku dibe ku derfetên nû jî veke.
Di encamê de, çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, ne tenê bi bidawîbûna şerê çekdarî, her çend di 40 salên dawî de mohra xwe lê xistibe jî, ne bi tasfiyekirina PKKê, lê bi çareseriyeke siyasî ya adil û mayînde mimkun e. Di vê pêvajoyê de, girîng e ku hemû alî bi niyeta dilsoz tevbigerin, pêvajo bi awayekî zelal bê meşandin û mafên gelê Kurd bêne naskirin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo vîna hevjiyana li ser bingeha wekhevî û biratiyê bidomînin. Lê ev vîn, divê ne tenê di gotinan de bimîne; divê bi gavên berbiçav bê xurtkirin. Di avakirina paşeroja me de, divê em êşên rabirdûyê ji bîr nekin, lê di heman demê de bi wêrekiya destpêkirina nû pêşve biçin. Divê neyê jibîrkirin ku aştiya rastîn û biratî, bi rêzgirtin û têgihîştina hevdu tê avakirin.

Xeta sor

Diğer Başlıklar

NEVİYÊN QAZİ MUHAMMED DEV Jİ AZADİYÊ BERNADİN! XETA SOR

Neviyên Qazî Muhammed dev ji azadiyê bernadin Jine Emînî jineke ciwan a Kurd bû…Ji ber …

ŞER Û HILBIJARTIN! KEMAL BILGET

ŞER Û HILBIJARTIN Carinan ez ji xwe dipirsim; Ez meraq dikim gelo em wek kurd, …

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan, Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan û Serfiraziya Yekbûyî ye!

Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan,Ew Li dijî Emperyalîzmê, Li Dijî Faşîzmê Banga Berxwedan …

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE!

JENOSÎDÎ’YA DERSÎME 1937-38 DEWAM DIKE! DERSÎM 37-38 XO VIRA NEKEME! Tevî ku 84 sal di …